Constitution: Kurdish (KU)
Text of the Constitution of the Republic of Užupis: Kurdish.
Credits: Užupis photo archive
KOMARA UŽUPISÊ QANÛNA BINGEHÎN
Constitution of the Republic of Užupis — Kurdish (Kurmanji)
Translated from English/Turkish by Xalis Xerzan. Thanks to Şerefhan Mahabat Mermertaş.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku li berava çemê Vilnele bijî. Çemê Vilnelė jî xwediyê wî mafî ye ku di ber herkesî re biherike û biçe.
- Herkes xwediyê wan mafan e ku ava germ bi kêr bîne, zivistanê xwe germ bike û di bin banekî de bi star be.
- Herkes xwediyê mafê mirinê ye, lê ev yek ne şert e.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku xelet û şaşiyan bike.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku jixweber be.
- Herkes xwediyê mafê hezkirinê ye.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku neyê hezkirin, lê ev yek ne şert e.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku ji rêzê û nenaskirî be.
- Herkes xwediyê mafê betalbûnê ye.
- Herkes xwediye wan mafan e ku ji pisîkan hez bike û wan xwedî bike.
- Herkes xwediyê wî mafê ye ku, heta ji herduyan yek bimire, kûçikê xwedî bike.
- Kûçik xwediyê mafê kûçikbûnê ye.
- Pisîk ne mecbûr e ji xwediyê xwe hez bike, lê gava hewce bû divê ali wî/wê bike.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku carina ji berpirsiyarên xwe bêhay be.
- Herkes xwediyê mafê gumankirinê ye, lê ev yek şert e.
- Herkes xwediyê mafê bextewerbûnê ye.
- Herkes xwediyê mafê nebextewerbûnê ye.
- Herkes xwediyê mafê bêdengbûnê ye.
- Herkes xwediyê mafê baweriyê ye.
- Mafê tikesî tine ye ku tundiyê bikêr bîne.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku giringî û negiringiya xwe binirxîne.
- Tikes ne xwediyê wî mafî ye ku bêdawîtiyê darijîne.
- Herkes xwediyê mafê fahmkirinê ye.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku ji tiştekî fahm neke.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku aîdê neteweyekî be.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku rojbûna xwe pîroz bike an jî neke.
- Divê tikes navê xwe ji bîr neke.
- Herkes dikare tiştên xwe parve bike.
- Tikes nikare tiştên ne yên wî/wê ne parve bike.
- Mafê herkesî heye xwediyê xuşk û bra be û bi dê û bav be.
- Herkes dikare azad be.
- Herkes berpirsiyarê azadiya xwe ye.
- Herkes xwediyê mafê girînê ye.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku şaş bê fahmkirin.
- Mafê tikesî tine ye yekî/a dinê tometbar bide xuya kirin.
- Herkes xwediyê mafê takekesbûnê ye.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku ne xwediyê ti mafî be.
- Herkes xwediyê wî mafî ye ku netirse.
- Tikesî têk nebe.
- Nebizive.
- Radest nebe.
Source: kurdiška UZ konstitucija.txt